Li ser çiya û zozanan
li biheştê me.
Germiya xwe bîne rojên havînê,
bizotekî ji bo vêxistina agir.
Xemildar in havîn û zivistan
li welatê bav û kalan.
Li hezaran desşt û çiya
dibiriqin stêrên şevê.
Û awazên tembûran
deng vedidin ji zinaran.
Sorgul û nêrgiz li herder,
ev e Kurdistana min.
Tucaran nakim ji bîr
asîmanê te yê şîn.
Ne tava roja te,
ne heyva zelal.
Ne rêyên çiyayan,
heval û hogirên ewran.
Li van geliyên bêhejmar,
rût û pêxas jî gerîm.
Şevên te yê berfîn,
binax kirin dostên min.
Lê hêviya xebatê, berbangê,
rakir xwîsara şevê.
Hê jî li van zozanan
sedhezar in tirs.
Şer anî mirin, kuştin,
û vexwar Ejdeha xwîna mêran.
Lê ji egîdan re heyf û girametî
rakir Kurdistana min.
Ev xuşîna ava çeman,
herdem guhdarê te me.
Bi lêdana berbangê re,
bilûra şivan.
Distrêm li nik bêrîvanê,
çi xweştir ji siya darê







رجب حاجی




